Aso Ebduletîf: Serokê Hikûmetê û Kabîneya wî bi kiryar Helebcê dixin nav lîsteya parêzgehên Iraqê
Di çarçoveya giringîdana kabîneya nehem a ji parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê de duh serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo xerc kirina 250 milyon dînar pare wek bexş kirin ji parêzgeha Helebcê re pejirand.
Vê derbarê de çavdêrê siyasî li Silêmaniyê Aso Ebduletîf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di rastiyê de bajarê rasteqîn pêktê ji rewange û dîtina hukimraniya dirust û hin biryarên giring û stratejiya bicîhanîna giring, hemû ew pêngav û tevgera ji bo Helebcê asoyekî geş in, ku di pêşerojê de bibe bajarekî xweşiktir. Lê pêwîste giringîdan zêdetir be ji bo wî bajarî, ji ber Helebce sembola qurbanîdan û sermayeyê sembola gelekî bê dewlet e.’’
Herwaha got: ‘’Giringiya wan biryarên hikûmetê yên derbarê Helebcê de ew e bi kiryar parêzgeha Helebcê dixin nav nexşeya siyasî û lîsteya parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê de. Qet nebe ji aliyê çapemenî û koordîne û ziman ve jî giringiya xwe heye, heta naha jî hin çapemenî hene, Helebce wek dûvikê bajarên din dizanin. Ev yek kuştina bajar e û encama hewayê xelet ê îdeolojîk a bajarçîtiyê ye, xwe kirina navend e.’’
Navborî got: ‘’Helebce yek ji wan bajarên giring û stratejîk e ku pêwîstiya wê bi biryarên giring heye ji bo avadaniyê. Tişta ku bi kiryar bê kirin wek parêzgeh, sozên serokê hikûmetê û kabîneya nehem e. Karîn heta astekî gelek dirûşman û teoriyê bikin kiryar û biryarên giring bidin bo derketina Helebcê ji wê çarçoveya teng a erdnîgarî ve û ew hewayê îdeolojîk ê dikuje di dema borî de hatî ava kirin jî heta astekî hat derbas kirin. Ji ber wê jî alîkariyên darayî û alîkariyên menewî yên serokê hikûmetê ji bo Helebcê giring in, heta wê divê bigehe wê astê ku civîneke encûmena wezîran wek sembolîk jî be li wî bajarî bê kirin, ku ji nêzîk ve agahdarê rewşê jî be.’’
