• Wednesday, 25 February 2026
logo

Zêdetir ji 100 çekdarên Husî hatin kuştin

Gulan Media January 5, 2022 Nûçe
Zêdetir ji 100 çekdarên Husî hatin kuştin

îro dest bi operasiyoneke mezin hatiye kirin.
Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Erebî îro danê sibê, hevpeymaniya Erebî bi rêya bejahî û esmanî operasiyoneke gelek mezin li dijî çekdarên Husî li parêzgeha Şebove ya Yemenê daye destpêkirin.

Di encama operasiyona han de herî kêm 100 çekdarên Husî hatine kuştin û hêzên hevpeymaniya Erebî jî di pêşrewiyê dene.

Weke tê zanîn çekdarên Husî bi piştîvaniya Îranê sala 2014an Senaya paytexta Yemenê dagîr kirine û di sala 2015an de jî bi Serokatiya Siûdiye hevpeymaniya Erebî hatiye avakirin û piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike.

Top