• Wednesday, 25 February 2026
logo

Tirkiye bendewariyên xwe ji Amerîkayê eşkere kir

Gulan Media January 5, 2022 Nûçe
Tirkiye bendewariyên xwe ji Amerîkayê eşkere kir

dibêje em li bendêne dev ji hevkarî kirina PYD û YPG berde.
Dibêje vê siyaseta me were guhertin.

Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ragihand ku vê di sala 2022an de siyaseta derve ya Tirkiyeyê were guhertin û Tirkiye dev ji siyaseta çê kirina aloziyan berde û berê xwe bide siyaseta danûstan û lihev kirinê.

Îbrahîn Kalin herwiha diyar kiriye ku çend bendewariyên wan ji Amerîkayê hene û bendewariya sereke ewe ku Amerîka dev ji piştîvanî kirina YPG û PYDê berde, Serokê cemaeta Gulen Fethula Gulen radestî Tirkiyeyê bike.

Kalin balkêşandiye ser qirîza sîstema berevaniya mûşekî ya S400an û gotiye ku Tirkiye ji S400 poşman nabe û li hêviya vê ye ku Amerîka siyaseteke avaker derbarê vê mijarê de bidomîne.

 

 

Top