• Wednesday, 25 February 2026
logo

Êrîşkarê avahiya HDPê serbest hat berdan

Gulan Media January 4, 2022 Nûçe
Êrîşkarê avahiya HDPê serbest hat berdan

 Êrîşkarê Avahiya HDPê ya li Bahçelîevlerê Muhammed Eren Sutçu, piştî darizandinê ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.

Roja 28ê Berfanbara 2021an êrîşkarê bi navê Muhammet Eren Sutçu, bi hinceta endamtiya partiyê bi kêr û demançeyan diçe şaxa HDPê ya li Bahçelîevlerê. Ber bi pêşwaziyê re êrîşkar şûşeya çayê ya ku bo wî hatiye amadekirin bi ser Ramazan Dişarda de dirijîne û hewl dide ku bi kêr û demançeyê kesên di avahiyêde bikuje. Lê bi mûdaxaleya endamên partiyê rê li ber tevkujiyekê hatibû girtin û êrîşkar radestî hêzên ewlehiyê hatibû kirin.

Di êrîşê de endamên HDPê Ramazan Dişarda û Azîz Şîmşek birîndar bûbûn û derbarê dosyayê de jî biryara nihênî hatibû ragihandin. Êrîşkarê ku bi daxwaza zindanîkirinê bo dadgehê hatibû veguhestin, ji aliyê Sêyemîn Dadgeha Sulh û Cezayê ve serbest hat berdan.

 

Rudaw

Top