• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Şêx Ehmed Xeylanî peyameke sersaxiyê belav kir

Gulan Media January 4, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Şêx Ehmed Xeylanî peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawiyê ya kesayetiya olî ya bajarê Hewlêrê Şêx Ehmed Xeylanî belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ragihand, “Ji bo koça dawiyê ya kesayetiya olî ya diyar a bajarê Hewlêrê Şêx Ehmed Xeylanî, pirse û sersaxiyê li malbata wî ya birêzî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide kesûkarên wî.”

Top