Parlamenterê HDPê girtina du gencên Sîdekanê ji parlamentoya Tirkiyê pirs kir
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, mijara girtina du ciwanên xelkê gundê Daylan li sînorê nahyeya Sîdekanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine girtin, bir rojeva parlamentoya Tirkiyeyê.
Du ciwanên xelkê gundê Daylan li sînorê nahyeya Sîdekanê çar roj in ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine desteserkirin û û heta niha dedema desteserkirina wan ne zelal e.
Heyfî Xelîl Zikrî yê 20 salî û Zîdan Nebî Mistefayê 21 salî ew herdu ciwan in ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li Sîdekan hatine desteserkirin. Herdu ciwan xelkê gundê Daylan in û pîşeyê wan kasibkarî ye.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz derbarê girtina herdu ciwanên navborî de bi armanca ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat bibersivîne pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentoyê kir.
Gunay, di pêşniyaznameyê de bibîr xist ku ji bo stran û gotinên kurdî hatiye gotin: “bi zimanekî nayê fêmkirin bi devkî govend gerandine” û “bi zimanekî nayê fêm kirin sirûd xwendine”
Huseyin Kaçmaz di pêşniyaznamê de ev pirs kirine:
-Rast e Heyfî Xelîl Zikrî yê 20 salî û Zîdan Nebî Mistefayê 18 salî li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federal a Iraqê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin desteserkirin? Eger rast be, hincetên desteserkirinê çi ne?
-Ji bo 2 ciwanên di nav sînorên Iraqê de hatin desteserkirin çi rêgezên qanûnî hatin bikaranîn? Heyfî Xelîl Zikrî û Zîdan Nebî Mistefa niha li ku û çawa tên ragirtin? Sucê wan çi ye?
-Desteserkirina Heyfî Xelîl Zikrî û Zîdan Nebî Mistefa di çarçoveya sûcên biyaniyan de li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyê hatiye kirin? Eger wisa be, sûcê wan ê ku tê pirsîn çi ye?
-Eger li gorî xala 13mîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyê ya bi hejmara 5237an derbarê Heyfî Xelîl Zikrî û Zîdan Nebî Mistefa de karûbarên yasayî hatibê kirin divê Wezîrê Dadê daxwazê bike. Li gorî vê yekê, desteserkirin û piştre girtina herdu ciwanan bi agahdariya Wezîrê Dadê bûye?
-Di derbarê desteserkirin û girtina herdu ciwanan de lêpirsîn tê kirin? Eger erê, lêpirsîn hebe di kîjan qonaxê de ye?
-Di nav sînorên Herêma Kurdistana Federal a Iraqê de hemwelatiyên tirk an biyanî hene ku berê hatine desteserkirin û girtin? Eger hebin, çend ji wan hemwelatiyên Tirkiyê ne û çend jê hemwelatiyên biyanî ne?
-Li Herêma Kurdistana Iraqê ji hêla bejahî û asmanî ve heta niha çend operasyonên leşkerî ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ve hatine kirin? Hejmara sivîlên di van operasyonan de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne çend e? Temen û zayenda sivîlên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne çi ne?”
Rudaw
