Ebdullah Akreyî: Sala borî Îran û Herêma Kurdistanê bi qasî 5 milyar dolar bazirganî kirine
Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragehand, sala borî bi qasî 5 milyar dolar bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatiye kirin.
Berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, Ebdullah Akreyî ji BasNewsê re got, sala borî di navbera Îran û Iraqê de bi qasî 11 milyar dolaran bazirganî hatiye kirin ku nêzîkî 5 milyar dolar ber para bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê dikeve.
Ebdullah Akreyî her wiha got, roj bi roj rêjeya bazirganiya navbera her du aliyan de zêdetir dibe.
Wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê behsa serdana parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bo parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî kir û got, di wê serdanê de biryar hat dayîn du kompanî karûbarên wan kamyonên ku ji deriyên sînorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de baran vediguhezin, organîze bikin.
Ebdullah Akreyî li ser pêşxistina bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de jî agahî da û got, serkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ferman daye parêzgarê Ormiyê û aliyên pêwendîdar da ku qebareya bazirganiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê zêde bikin.
Akreyî da zanîn jî, parêzgarê Ormiyê dê serdana Hewlêrê bike û got, biryar hatiye dayîn tevahiya beşên deriyê sînorî yê Hacî Omeran û Temerçîn (aliyê Rojhilat) 24 demjimêran vekirî û aktîf bin da ku qebareya bazirganiyê zêde bibe.
Basnews
