• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berfê li 4 navçeyên Wanê perwerde rawestand

Gulan Media January 3, 2022 Nûçe
Berfê li 4 navçeyên Wanê perwerde rawestand

Li her 3 navçeyên navendî yên Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê û navçeya Qelqelî ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber hewaya sar û berfê îro Duşemê perwerde hat rawestandin.

Walîtiya Wanê ragihand, ku ji ber şert û mercên nerênî yên hewayê 3ê Çileyê li navçeyên Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê, li dibistanên seretayî û navendî perwerde hatiye rawestandin.

Herwiha rojek destûr bo fermanberên ducanî û yên kêmendam hat dayîn.

Li navçeya Qelqeliyê jî ji ber berfê perwerde hat rawestandin. Qeymeqamtiya Qelqeliyê ragihand ku li navçeyê ji ber şert û mercên nerênî yên hewayê îro 3ê Çileyê li dibistanên seretayî û yên navendî perwerde hatiye rawestandin.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê pêleke nû ya berfbarînê destpê kiriye û vê yekê jî bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan û hatinûçûnê kiriye.

 

Rudaw

Top