• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bi fermana Serokwezîr xanî bo xizanan têne çê kirin

Gulan Media January 3, 2022 Nûçe
Bi fermana Serokwezîr xanî bo xizanan têne çê kirin

niha hezar û 100 xanî amadene.
Li Hewlêr û derdorê têne çêkirin.

Birêveberê navenda berevanî kirin ji mafên kirêciyan Goran Ewêne ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê hevkariya kesên xizan û kêmdahat were kirin û xanî bo wan werin çêkirin.

Goran Ewêne herwiha diyar kiriye vê li gor fermanê li Hewlêr û derdorê hezar û 100 xanî bo kesên kêm dahat û xizan werin çêkirin û li gor mercan ev xanî li ser wan werin dabeşkirin.

Nav hatî diyar kiriye ku ev projeya han li her 10 qezayên ser bi Hewlêrê ve tê cîhbicîhkirin û niha li Hewlêrê hezar û 100 xanî hatine amadekirin hinek karên wan mane û piştî bi dawî hatina wan karan jî ev xanî li ser kesên zixan û kêmdahat werin dabeşkirin.

Top