• Wednesday, 25 February 2026
logo

Tirafîka Kurdistanê: Sala borî 662 kes di rûdadnên tirafîkê de mirin

Gulan Media January 3, 2022 Nûçe
Tirafîka Kurdistanê: Sala borî 662 kes di rûdadnên tirafîkê de mirin

Rêveberiya tirafîka Herêma Kurdistanê ragehand, di sala 2021 de zêdetirî 660 kes di rûdanên tirafîkê de canê xwe ji dest dan.

Berdevkê tirafîka Herêma Kurdistanê, Eshed Mela Kerîm di civîneka rojnamevaniyê de ragehand, sala borî 122 hezar otomobîlên nû li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin û hejmara otomobîlan li Kurdistanê gihîşt milyonek û 961 hezar otomobîl.

Eshmed Mela Kerîm her wiha got, sala borî her wiha zêdetirî 70 hezar mohletên nû yên ajotina otomobîlan (ehliyet) hatin dayîn û hejmara giştî ya mohletan li Kurdistanê gihîşt milyonek û 900 hezar mohlet.

Li ser rûdanên tirafîkê jî berdevkê tirafîka Kurdistanê got, sala borî 4 hezar û 119 rûdanên tirafîkê qewimîn. 7 hezar û 120 kes tê de birîndar bûn û 662 kes jî mirin. Ev rêje li gorî sala 2020, bilind bûye.

 

 

Basnews

Top