• Wednesday, 25 February 2026
logo

147 hezar geştiyar ji bo sersalê hatin Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 2, 2022 Nûçe
147 hezar geştiyar ji bo sersalê hatin Herêma Kurdistanê

Rêveberiya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê ragihand, ji bo pêşwazîkirina li sersala nû, 147 hezar geştiyar gihiştine Herêma Kurdistanê.

Rêveberiya Geştûguzariyê Nadir Rostî ji K24ê re ragihand, 146 hezar û 898  geştiyar bi mebesta pîrozkirina sersala nû derbasî Herêma Kurdistanê bûne û serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêmê kirine.

Diyar kir jî, 76 hezar û 550 geştiyaran serdana Hewlêrê, 31 hezar û 614 geştiyaran serdana Silêmaniyê û 38 hezar û 734 geştiyaran serdana Duhokê kirin.

Destnîşan kir jî, di 2 salên borî de ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, hejmara geştiyaran kêm bû, lê îsal hejmara geştyaran zêde bû.

Nadir Rostî piştrast kir, piraniya geştiyarên ku ji bo pêşwazîkirina sersala nû derbasî Kurdistanê bûne, ji bajarên naverast û başûrê Iraqê hatine.

Ji ber aramiya Herêma Kurdistanê û berdestbûna vaksînan, hejmara geştiyaran li hember navçeyên din ên Iraqê zêdetir e. Herwiha Herêma Kurdistanê jî girîngiyê dide geştiyariya Zivistanê.

 

K24

Top