Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Pêşmerge û Fermandarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Resûl Feqê di peyamekê de sersaxî da malbata wî.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi mixabinî ve min agahiya koça dawî ya Pêşmerge û fermandarê bi wefa û kolneder ê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetê naskirî û niştimanperwer ê devera Xoşnawetî "Resûl Feqê" bihîst.
Ez sersaxiya malbata têkoşer dixwazim û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dibînim.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne kesûkar û hevalên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
K24
