• Wednesday, 25 February 2026
logo

3 leşkerên Îranî hatine kuştin

Gulan Media January 2, 2022 Nûçe
3 leşkerên Îranî hatine kuştin

tevgera Ceyiş Edil çend sale bo dabîn kirina mafên Belûçan dixebite.
Li başûrê Îranê di şer û pevçûnê de hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îranê duhê bişev li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li Başûrê Îranê, şer û pevçûn di navbera hêzên çekdar yên Îran û komên çekdar yên herêmî de qewmiye.

Di encama şer û pevçûnan de herî kêm 3 leşkerên Îranî û 5 çekdar hatine kuştin.

Artêşa Îranê jî diyar kiriye ku piştî pevçûnê, cîhên komên çekdar hatine topbaran kirin û çend navendên wan bi temamî hatine jinav birin.

Weke tê zanîn li eyaleta Sîstan û Belûçistanê, tevgereke çekdar ya bi navê Ceyiş Edil heye ku bo dabîn kirin û parastina mafên Belûçan li hember rejîma Îranê dixebite.

 

 

Top