Li Kelarê keçikek 15 salî xwe kuşt
Li bajarê Kelar yê Herêma Kurdistanê keçikek 15 salî xwe kuşt.
Berdevkê polîsê Germiyan, Elî Cemal Qedûrî ji BasNewsê re got, îro danê sibê keçikek 15 salî bi navê B.W.I ku bi demança bavê xwe gule li xwe dabû û hewla xwekuştinê dabû, bi birîndarî anîn nexweşxaneya Kelarê.
Wî efserî polîs da zanîn jî, ji ber ku rewşa gelekî xirab bû, birin nexweşxaneya Silêmaniyê lê di rê de canê xwe ji dest da.
Berdevkê polîsê Germiyan anî ziman, ew li ser sebebên xwekuştina wê keçkê lêpirsîn dikin.
Basnews
