Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya têkoşer û xebatgêr Resûl Feqê
Serok Mesûd Barzanî di peyameke sersaxiyê de ragihand; Me nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û fermandar û têkoşer ê herdu şoreşên Eylûl û Gulanê û xebatgêrê bi wefayê rêbazê Kurdayetî û Barzanî û kesayetiyê navdarê devera Xoşnawetî û Kurdistanê Resûl Feqê bihîst.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Serxweşiyê li xwe û malbat û kesukar û dost û nas û tevahiya heval û hevsengerên xwedê jêrazî Resûl Feqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û Fermande û têkoşerê her du şoreşên Eylûl û Gulanê û xebatgêrê bi wefayê rêbazê Kurdayetî û Barzanî û kesayetiyê navdarê devera Xoşnawetî û Kurdistanê Resûl Feqê bihîst. Xwedê jêrazî Resûl Feqê bira û heval û şoreşgerekî kedkar bû ku temenê xwe yê pir bi şanazî ji bo niştimanperwerî û bi navê azadîxwaziya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyaneke mezin e.
Serxweşiyê li xwe û malbat û kesûkar û dost û nas û tevahiya heval û hevsengerên xwedê jêrazî Resûl Feqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi beheşta xwe şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.
Înna Lîllah We Înne Îleyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
01.01.2022
