3 dorneyên Husiyan hatin xistin
li başûrê Siûdiyeyê hatine xistin.
Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatine xistin.
Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku li dijî Husiyan piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike, ragihand ku 3 dorneyên bombekirî yên Husiyan xistiye erdê.
Li gor daxuyaniya hevpeymaniya Erebî, çekdarên Husî xwestine bi wan dorneyên bombekirî êrîşî ser Başûrê Siûdiyeyê bikin, lê ev her 3 dorne ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ve hatine xistin.
Piştî vê êrîşa Husiyan, hevpeymaniya Erebî jî êrîşî ser çend navend û depoyên Husiyan kiriye.
