• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Soranê pesend kir

Gulan Media December 31, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Soranê pesend kir

Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî Soran bû îdareya serbixwe û niha jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Soranê pesend kir.

Îro roja pêncşemê Wezareta Tendirustiyê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandiye:’’ Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî statyûya îdareya serbixwe ya Soranê, biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Soranê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatiye pesendkirin.‘’

Herwuha hatiye aşkere kirin di dema serdana Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Giştî yê Karûbarê Tendirustiyê Dr. Kawe Xelîl û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed û Rêveberê Giştî yê Dîwanê ji aliyê Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe yê Soranê Helgurd Şêx Necîb ve hatine pêşwazî kirin û Dr. Saman Berzincî ragihandiye Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Soranê pesend kiriye.

 

Basnews

Top