• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Hesekê ji ber topbarana grûpên ser bi Tirkiyê 3 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media December 31, 2021 Nûçe
Li Hesekê ji ber topbarana grûpên ser bi Tirkiyê 3 kesan canê xwe ji dest dan

Ji ber topbarana grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, li navçeya Ebû Rasîn û gundê Esediye yên li derdora Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku di nav wan de jinek û zarokek jî hene.

Çend çavkaniyên navxweyî ji ajansa nûçeyan a SANAyê re ragihandine: “Îşev hêzên dagirker ên Tirkiyê û terorîstan destdirêjiyên xwe berfireh kirine û tevî navçeya Ebû Rasîn, gundê Esediye yê nêzîkî wê navçeyê li bakurê Hesekê topbaran kirin.”

Hat diyarkirin ku di encamê de mêr û jin û zarokekî jiyana xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku gundên Til Şenan, Deradre, Um Kêf, Til Cume û nahiya Til Temir jî bi topbaranan hatine armanckirin û zirareke mezin li xaniyên welatiyan û beşek ji rêyên sereke gihîştiye, lê belê heta niha ti zanyariyek li ser zirarên giyanî yên topbaranên li wan gundan nehatine belavkirin.

 

K24

Top