• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Tirkiyê di mehekê de 84 kes bi alkola sexte canê xwe ji dest dane

Gulan Media December 30, 2021 Civakî
Li Tirkiyê di mehekê de 84 kes bi alkola sexte canê xwe ji dest dane

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 1 û heta 29ê Berfanbarê, 84 kes ji ber alkola sexte canê xwe ji dest dan.

Hejmara kesên ji ber alkola sexte dimirin, roj bi roj zêdetir dibe. Duh jî li Antalya kesek û li Mereşê jî kesekî din û li Mêrsînê 10 kes bi alkola sexte mirin. Stenbol jî bi mirina 23 kesan di rêza yekem de ye.

Li gor vê yekê li bajarên Tirkiyê yên weke Antalya 4, Sakarya 3, Konya 3, Enqere 2, Kocaelî 2, Ordu 2, Yalova 2, Aksaray 2, Zonguldak 2, li Muxla kesek, li Eskîşehirê kesek, li Tokatê kesek, li Uşak kesek û li Aydinê jî kesek miriye.

Herwiha li bajarên Bakurê Kurdistanê Dîlokê 8 kes, li Mereşê 5 kes, li Sêwasê 4 kes, li Erzinganê 2 kes û li Semsûrê jî kesek bi alkola sexte mirine.

Vexwarina alkola ya ku li malan çêdibe an jî di şert û mercên nepaqij de tê hilberandin li Tirkiyê ji ber bacên zêde yên li ser vexwarinên alkolê zêde bûye.

 

Rudaw

Top