HSD: Li Dêrezorê êrişî me kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku li gundewarê Dêrezorê êrîşî waa hatiye kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan êrîşek li ser hêzên xwe pûç kiriye ku şeva bihorî du çekdarên nenaskirî bi rêya motorsiklekî li gundewarê rojhilatê Dêre Zorê pêk anîne.
HSDê diyar kiriye, di pevçûnê de yek ji êrîşkaran hatiye kuştin lê yê din reviyaye û di nava malên sivîlan de xwe veşartiye.
Li gor daxuyaniyê, êrîş hat pûçkirin û dewriyên wan li navçeyê li pey şaneyên terorîstî digerin, herwiha termê kesê kuştî ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin ji bo ku nasnameya wî bê naskirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, di dema du rojan de ev duyemîn êrîş e ku hêzên wan li gundewarê rojhilatê Dêrezorê pûç dikin.
Rudaw
