Mistefa Kazimî: Erkê hêzên şerker ên biyanî li Iraqê temam bû
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand; erkê hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi dawî bûye.
Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi temambûna erkên şer ên Hevpeymaniyê, hemû hêz û alav û kelûpelên şer ji Iraqê hatiye vekişandin û bo derveyî welat hatine veguhestin.”
Kazimî destnîşan kir: “Rola Hevpeymaniyê, dibe şêwir û piştevanî û ev jî li gor encamên gotûbêja stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê hatiye holê.”
Serokwezîrê Iraqê di beşeke din a twîta xwe de spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û cîranên Iraqê kiriye ji ber piştevaniya wan a ji bo Iraqê di şerê dijî DAIŞê de û herwiha amadebûna hêzên Iraqê ji bo parastina gelên Iraqê aniye ziman.
Basnews
