• Wednesday, 25 February 2026
logo

Soylu: Em derbarê Kiliçdaroglu de gilî tomar dikin

Gulan Media December 30, 2021 Nûçe
Soylu: Em derbarê Kiliçdaroglu de gilî tomar dikin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku derbarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu de gilî tomar dikin.

Kemal Kiliçdaroglu, berî çende rojan gotibû: “Guhê xwe didin telefonên hemû şaredarên CHP û bo wan mêzeyên taybet hatine avakirin.”

Suleyman Soylu, derbarê gotinên Kiliçdaroglu de li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Kemal Kiliçdaroglu, dema bi HDPê re mil bi mil disekine û wêneyan dikşîne, weke wan lê hatiye. Em derbarê Kiliçdarogluyê her sal di meha Kanûnê de heman bêbextiyê diguhere û dubare gilî tomar dikin.”

Soylu herwiha dibêje, bi îdiayên nerast hêzên ewlekariyê tên tohmetbarkirin û rêyên guhdarîkirina telefonan bi yasayan hatiye nîşandan ku dê çawa be.

 

Rudaw

Top