Berpirsê “weşanên DAIŞê li tora civakî” hat desteserkirin
Dezgeha Asayişa Netewî ya Iraqê desteserkirina berpirsê belavkirina daxuyaniyên DAIŞê li rojavayê parêzgeha Neynewayê ragihand.
Dezgeha Asayişa Netewî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, wan berpirsê weşandina daxuyaniyên DAIŞê li torên civakî li rojavayê Neynewayê desteser kir.
Wî endamê DAIŞê di mikurhatinên xwe de got, wî îsal 2021ê bi riya “Telegram” re pêwendî bi DAIŞê re kir û erkê wî weşandina daxuyaniyên DAIŞê li tora civakî bû.
