• Wednesday, 25 February 2026
logo

Roja rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê hat diyarkirin

Gulan Media December 30, 2021 Nûçe
Roja rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê hat diyarkirin

Roja rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê hat diyarkirin û biryar e Encûmena Nûneran roja 9/1/2022 bicive.

Madeyên 54 û 73 a Birgeya Çarem a Destûra Iraqê desthilatê dide Serokkomarê Iraqê ku piştî pesendkirina encamên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ve, roja rûniştina yekem a Encûmena Nûneran diyar bike.

Pêştir hin aliyên Şîe nerazîbûna xwe ji encamên hilbijartinên 10 Cotmeha borî a Encûmena Nûneran nîşan dabûn û Dadgeha Bilind a Federalî tomar kiribûn, lê dadgehê ew gilî red kirin û roja 27ê vê mehê encam pesend kirin.

Li gor madeya 54 a Destûra Iraqê, civîna yekem a Encûmena Nûneran ji aliyên mezintirîn parlamenter tê birêvebirin û her di wê rûniştinê de jî, Serokê Enûmena Nûneran û 2 cîgirên wî tên hilbijartin.

 

K24

Top