Rapirsiya Metropoll: 4 partî benda %10 derbas dikin
Li gor encamên rapirsiya dawî ya Kompanya Metropollê ku mehane li Tirkiyê rapirsiyê dike, dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %41.6 in û dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %37.6 in.
Lêkolînên Metropollê encama rapirsiya herî dawî ya li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku di rojên 11-15ê Kanûna 2021ê de bi beşdariya 1514 kesan hatiye kirin, eşkere kir.
Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bên kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî?” hat kirin û piştî rêjeya kesên bêbiryar bi yeksanî li ser partiyan hatin belavkirin, encam wiha derketin:
AKP: %32.3
CHP: %27.4
ÎYÎ Partî: %14.2
HDP: %11.9
MHP: %5.3
Partiya DEVA: %2.6
Partiya Memleket: %1.6
Seadet: %1.5
Partiya Pêşerojê: %1.1
Li gor encamên rapirsiyê AKP, CHP, ÎYÎ Partî û HDP benda %10 derbas dikin û partiya netewperest MHP ku hevparê AKPê ye di desthilatê de di bin bendava %10 de dimîne.
Rudaw
