Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Holandayê dicivin
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Holandayê, îro Sêşem (10-07-2018) Serokwezîrê Holandayê Mark Rûtte dê pêşwaziya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bike.
Li gorî daxuyaniyê dê herdu serokwezîr li ser çend mijarekî gotûbêjan bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di hevdîtinê de herdu serokwezîr dê mijara koçberan, şerê li dijî DAIŞê, aramî û ewlekariya Herêma Kurdistanê, hemahengiya li ser ewlekariya sînoran guftûgo bikin.”
Herwiha hatiye ragihandin, ku mijara çandinî jî dê rojeveke din ê hevdîtinê be.
Rudaw
