Li Amerîkayê di pevçûnekî de 5 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
Li bajarê Denver a ser bi eyaleta Colorado ya Amerîkayê di pevçûneke çekdarî de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Pevçûna li navenda bajar pêkhat de êrîşkarê ku nasnameya wî nehate aşkera kirin, ji xalê cuda gule berdane û 4 kes kuştin û di bûyerê de yek jê polîs 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya polîsê bajarê Denver, êrîşkar li navenda bajar beşdarî hin bûyerên tundiyê bûye û li herêmên cuda cuda pevçûnên li gel wî pêkhatin de êrîşkar bi xwe jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragehandin ji wan 5 kesên jiyana xwe ji dest dane yek ji wan jineke û polîsek jî birîndar bûye û ew hatiye emeliyat kirin.
Rayedaran ragehand derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh hatine destpê kirin.
Basnews
