Babacan sersaxî li HDPê kir
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan piştî êrîşa li dijî Rêxistina HDPê ya li Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê, bi rêya telefonê peywendî bi Hevserokê giştî yê wê partiyê Mîthat Sancar kir û sersaxî lê kir.
Roja Sêşembê 28ê Kanûna 2021an avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê rastî êrişa çekdarî hat.
Piştî êrişê Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan telefona Hevserokê HDPê Mithat Sancar kir û jê re sersaxî xwest.
Li avahiya navçeyê piştî êrîşa çekdarî 2 êrîşkar bi kêrê endamekî partiyê birîndar kirin.
Serokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu daxuyanî da û got, "Em ji felaketê vegeriyan."
Rudaw
