Endamekî Gorran: Bi aşkerayî nêrîna Gorran û YNKê ew e helbijartin bên paşxistin
Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran amaje bi wê yekê dike ku di vê qonaxê de ne di berjewendiya Gorran û YNKê de ku helbijartin di dema xwe de bê kirin.
Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Ehmed Pîrot ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber Gorran mijûlê xwe birêxistin kirinê ye, bi taybet dixwaze konferans û rêxistinbûna xwe û ragehandina xwe ve ye. YNK jî mijûlê amadekariyên rêxistin kirina nav mala xwe ye û Bafil Talebanî serpereştiyên wan guhertinan dike. Ji ber wê jî her bi aşkerayî nêrîna Gorran û YNKê ew e helbijartin bê paşxistin. Ji ber di vê demê de herdu partî mijûlê nav mala xwe ne û di berjewendiya wan de nîne ev helbijartin di dema xwe de bê kirin.’’
Herwaha bi aşkerayî nêrîna xwe jî anî ziman û got: ‘’Nêrîna min bixwe jî ew e rewşa herdu partiyan bo helbijartinê ne guncaw e.’’
Ehmed Pîrot got: ‘’Hîn lîsteya hevpeymaniya Kurdistan a navbera Gorran û YNKê de maye û nehatiye hilweşandin, lê ev yek jî aşkeraye Gorran raste paşketinekî berçav hatiye û kursiyên xwe ji dest dane.’’
Basnews
