• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nasnameya wî kesê êrîşî baregahê HDPê kir hat eşkerekirin

Gulan Media December 29, 2021 Nûçe
Nasnameya wî kesê êrîşî baregahê HDPê kir hat eşkerekirin

Navê yek ji wan kesên êrîşî bargahê HDPê yê li navçeya Bahçelievler a Stenbolê kir û bi kêr û çekê gef xwarin, Muhammed Eren Sutçu ye û xelkê parêzgeha Rîzeyê ya Tirkiyê ye, ku piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Êvara doh Sêşembê du kesên nenas bi çek ê kêran êrîşî baregahê HDPê yê li navçeya Bahçelievler a Stenbolê kirin û li gor endamên HDPê gotine: “We hemûyan dikujin.” Piştî bi çek ê kêran gef li endamên HDPê xewarine û çend caran kêr li wan dane, ji aliyê endamên HDPê ve hatine bêçekkirin û piştre reviya ne.

Ramazan Dişari yek ji wan endamên HDPê ye ku di dema êrîşê de li wir bû û dibêje: “Yek ji wan hat û got `ez dixwazim bibim endam`. Me jç çayê dayê û ligel axifîn. Ji nişka ve çaya xwe bi ser min de rijand û got ` ez hatine daku we bikujim`. Kêr li min da lê ji ber qapûtê bin kêr zêde neçû hundir.”

Ew endamê HDPê diyar dike ku pevçûn di navbera êrîşkar  wan de çêbûye û êrîşkar bêçek kirine û dibêje: “Me dikarî wan êrîşkaran her bi çekên wan bigirin, bixin hundir. Ew reviyan û çekên wan li ba me man. Me herdû çek radestî polîs kirin.”

Di bûyerê de, ramazan Dişari û Azîz Şîmşek bi sivikî birîndar bûn. Ramazan Dişari dibêje, “ligel wan hemû bûyeran polîs xemsar bûne û tenê temaşe kirine.”

Di dema borî de çend caran êrîş bo ser baregahên HDPê hatine kirin. 17ê Hezîrana 2021ê li bajarokê Konakê yê Izmîrê, kesekî bi navê Onur Gencer, bi demançeyê teqe li baregahê HDPê kir û piştre bi ser baregah de girt û teqe li Deniz Poyraz kir. Deniz Poyraz ku wê demê li baregahê HDPê bû canê xwe ji dest da.

 

Rudaw

Top