• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li bilindahiyên Hemrînê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media December 29, 2021 Nûçe
Li bilindahiyên Hemrînê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; di dema lêgerîna çekdarên DAIŞê de li bilindahiyên Hemrînê, çar terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê; Fermandariya Diyala di lêgerîna çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Hat diyarkirin ku hêzek ji Lîwaya 34 a Firqeya 9, li bilindahiyên Hemrînê di dema rûbirûbûna hejmarek çekdarên DAIŞê de, 4 çekdar hatin kuştin, lêgerîn û şopandina paşmahiya wan berdewam e.

Demek e DAIŞ li çend deverên Iraqê êrîş dike ser hêzên Pêşmerge û hêzên edwlehiyê yên Iraqê, ji ber vê yekê xelk şehîd û birîndar dibin, li gor planekê çendîn operasyonên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de ji bo jinavbirina wan çekdaran têne encamdan.

 

K24

Top