• Wednesday, 25 February 2026
logo

Erdogan: Em nêzikî armancên xwe ne

Gulan Media December 29, 2021 Nûçe
Erdogan: Em nêzikî armancên xwe ne

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, armanca wan ew e ku ew bikevin di nav 10 aboriyên sereke  ên cihanê de û got “Bo gihiştina vê armanca xwe  jî em ji hemû demekê bêhtir nêzîk in.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 28ê Kanûna 2021ê di merasîma belavkirina xelatên Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknîkî de li ser  pêşhatên dawî ên li Tirkiyê axivî.

Erogan amaje bi wê yekê da ku Tirkiye di hemû sektorên  pîşesaziyê de bûye yek ji welatên mînak û got: “Em berdewam ber bi pêşvediçin û li ser rêya xwe berdewam dikin. Tirkiye di proseya zehmet a  virûsa Coronayê de wek sala borî, îsal jî ji welatên pêşketî bi awayek  erênî veqetiya û îsal bi mezinbûnê bi dawî anî.”

Erdogan tekez kir ku wan di 19 salên dawî de  berhemanîn li Tirkiyê aniye asta herî jor û dibêje “Rêça me veberhênan, îstîhdam, hilberîn, hinarde û mezinbûn e. Armanca me jî ew e ku em bikevin di nav 10 aboriyên sereke  ên cihanê de . Di demekê de  bo gihiştina vê armanca xwe  jî em ji hemû demekê bêhtir nêzîk in. Me welatê xwe bi wê rêya ku me xêzkiriye ji wê proseya nerênî, ji çerxa necîgiriyê û bêbaweriyê rizgar kir. Çawa ku me welatê  xwe di 19 salan de anîbe astake wiha ya demokrasiya bihêz û geşedanê, em gumanê ji wê yekê nakin ku em dê ji niha şûnde jî bi heman awayî bigehin armancên xwe.”

Ev gotinên serokkomarê Tirkiyê di demekê de ne ku lîreyê Tirkiyê di çend mehên dawî de li hember dolarê Amerîkî gelek daket û  asta  xwe ya dîrokî tomar kir. Bi awayekî her dolarek ji 18 lîreyên Tirkî derbas bû. Tevî ku bi eşkere kirina çend planên nû ên aborî ji aliyê desthilatê ve  ji sedî 33 li nirxê vegeriya be jî, partiyên opozîsyonê ji vê plana hikûmeta AK Partiyê nerazî ne û vê yekê wek pêngaveke demkî dibînin. Partiyên opozîsyonê rêya çaresriya aborî û pirsgirêkên li Tirkiyê di guherîna desthilatê de dibînin û ji bo vê jî daxwaza hilbijartina pêşwext dikin.

 

Rudaw

Top