• Wednesday, 25 February 2026
logo

Omicron gihişt Bakurê Kurdistanê

Gulan Media December 28, 2021 Nûçe
Omicron gihişt Bakurê Kurdistanê

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê diyar kir, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 42 kes bi vîrûsa guhertî “Omicron” ketine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, Omicron li 4 bajarên Tirkiyê û du bajarên Bakurê Kurdistanê belav bûye.

Tendirustiya Tirkiyê ragihand, 30 kes li Stenbolê, 6 kes li Îzmîrê, 2 kes li Kûtahya, 2 kes li Îsparta, kesek li Şirnexê û kesek ji li Diyarbekirê bi vîrûsa Omicronê ketine.

Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 73 kes bi vîrûsa Delta û 42 kes jî bi vîrûsa Omicronê ketine.

 

K24

Top