• Wednesday, 25 February 2026
logo

Naveroka civîna Hevserokên HDPê li gel Davutoglu

Gulan Media December 28, 2021 Nûçe
Naveroka civîna Hevserokên HDPê li gel Davutoglu

Hevserokên HDPê serdana Ahmet Davutoglu kirin û tekez kirin, “Pêdiviya xelkê Tirkiyê bi hilbijartina pêşwext heye.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar îro, 27/12/2021 serdana Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu kirin.

Civîna Hevserokên HDPê û Ahmet Davutoglu ya li navenda giştî ya Partiya Pêşerojê, derdora 2 demjimêran berdewam kir.

Piştî civînê Hevserokên HDPê û Serokê Partiya Pêşmerojê, di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de behsa naveroka civînê û dawî pêşhatên li Tirkiyê kirin.

Bendewariyên civaka Tirkiyê

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di kongreya rojnamevanî de amaje bi rewşa Tirkiyê kir û got, civaka Tirkiyê bendewariyek ji wan heye û divê partiyên opozisyonê bên cem hev û çawaniya birêvebirina vê qonaxê giftugo bikin.

Li gor gotina Pervîn Buldan, pêdiviya Tirkiyê bi hilbijartineke pêşwext heye û diyar kir, “Em jî dibêjin, `demildest hilbijartin`. Me ev daxwaza xwe gihand Partiya Pêşerojê jî. Em li Tirkiyê niha di qonaxekê de ne ku demokrasî, dad û hiqûq tune ye.”

`Diyalog ji bo me esas e`

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî tekezî li ser pêdiviya diyalogê kir ji bo Tirkiyê û got, ew li gel hemû aliyên civakê diyalogê esas digirin û “em dixwazin nîşan bidin ku mekanîzmaya diyalogê bi kêmanî di nava opozisyonê de bêyî dudilî dimeşe.” Bi gotina Sancar, desthilat dixwaze vê diyalog û demokrasiya di nava opozisyonê de jinav bibe û “ti qaîdeyan li ber çav nagire. Desthilat dixwaze civakê dabeş bike û ji hev dûr bixe, lê divê em wek opozisyon nîşan bidin ku derfetên pêkanîna aştiya civakî hene.”

 


 

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî spasiya Hevserokên HDPê kir û amaje bi wê kir, demokrasî rejîmek e ku rê bi diyalog û nîqaşa di navbera aliyên xwedî bîr û boçûnên ciyawaz de dide û Davutoglu diyaloga di navbera hemû partiyan de jî ji bo aramiya welat pêwîst dît.

`Krîza aborî ya dijwar`

Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê bû, got, Tirkiye di “krîzeke aborî ya dijwar” re derbas dibe û tekez kir, “Psîkolojiyeke nediyariyê belavî nav hemû beşên civakê bûye. Faktora sereke ji bo rakirina vê nediyariyê, danûstandina bîr û boçûnan a di navbera aliyên siyasî de ye.”

Li gor gotina Davutoglu, arasteya Tirkiye her ku diçe ber bi otorîteriyê ve ye û li hemberî vê yekê jî Serokê Partiya Pêşerojê tekezî li ser avakirina bingehekê kir ku piştevaniyê li proseya demokrasiyê bike.

 

Rudaw

Top