• Wednesday, 25 February 2026
logo

DAIŞê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media December 28, 2021 Nûçe
DAIŞê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene

Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand; li parêzgeha Selahedîn DAIŞê êrîşî fewceke polîsê hawarçûnê kir û ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene.

Hat ragihandin ku li parêzgeha Selahedîn di encama êrîşa DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.

Çavkaniyê ewlehiyê eşkere kir ku çekdarên DAIŞê li devera Bêcî ya li parêzgeha Selahedîn mûşekek arasteyî wesayîteke hêzên ewlehiyê ya Fewca Hawarçûnê ya Polîsê Selahedîn kir, di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.

Îro li başûrê Qeretepe jî ji ber teqîna bombeyek bi hêzên artêşa Iraqê de, serbazek hat kuştin û 14 serbazên Iraqê birîndar bûn.

 

K24

Top