Li Tirkiyê di 25 salan de 641 girtiyan xwe kuştine
Li gor rapora Partiya Gel a Komarî (CHP) li Tirkiyê di 25 salên dawî de 641 girtiyan xwe kuştine û 2 hezar 670 kesan jî di girtîgehan de canê xwe ji dest dane.
Alîkara Serokê Giştî yê Berpirsê Mafê Mirovan a CHPê Gulizar Biçer Karaca, bi navê “Hûn nikarin bigihin mafê lê digerin-Li girtîgehan gihandina tendirustiyê” raporek amade kir. Di raporê de bi giştî pirsgirêkên girtiyan ên wek hewandin û tendirustî û herwiha li hember binpêkirinên dijî girtiyan pêngavên bên avêtin cîh digrin.
Gulizar Biçer Karaca dibêje: “Hem li Tirkiyê û hem li cîhanê di girtîgehan de di gihandina xizmetên tendirustiyê de pirsgirêkên mezin hene. Sedema herî mezin a li Tirkiyê, li girtîgehan kêmbûna pizîşkan û helwesta xirab a karmendên girtîgehan e. Di encama helwesta xirab a karmendan de mafê girtiyan ê jiyanê tê binpêkirin.”
Karaca, bal kişand ser qerebalixiya girtîgehan û got: “Li Tirkiyê kapasîteya girtîgehan 233 hezar 194 kes e, lê 297 hezar û 19 girtî hene. Di girtîgehan de bo her 100 cihî 127 kes hene û Tirkiye bi vê rêjeyê di asta endamên Konseya Ewropayê de di rêza yekem de cîh digre. Ji ber qerebalixiya qawîşan pirsgirêkên paqijiyê derdikevin û di pêvajoya pandemiyê de girîngiya paqijiya takekesî zêdetir bû, lê bo girtiyan zehmettir bû. ”
Karaca herwiha dibêje, li gor amarên Komeleya Mafên Mirov di girtîgehan de 604 jê giran bi tevahî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di raporê de amarên girtiyên canê xwe ji dest dane jî hatine belavkirin. Li gor amarên di raporê de cîh girtine li Tirkiyê di 25 salên dawî de 641 girtiyan xwe kuştine û 2 hezar 670 kesan jî di girtîgehan de canê xwe ji dest dane.
Rudaw
