• Wednesday, 25 February 2026
logo

El-Sehaf: 110 koçberên Iraqî ji ser sînorê Polandayê vedigerin

Gulan Media December 27, 2021 Nûçe
El-Sehaf: 110 koçberên Iraqî ji ser sînorê Polandayê vedigerin

 Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand,110 koçberên Iraqî yên li ser sînorî ya Polandayê asê mane, dê vegerin welatî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyek de, ragihand, ew 110 koçber pêwendî bi balyozxaneya Iraqê li Bolandayê kirine û dê bi biryara xwe vegerin.

Destnîşan kir jî, vegera wan bi hevahengiya bi aliyê Lîtvanya re ye û dê bi riya firokxaneya Hewlêr û bexdayê re vegerin.

Bi hezaran koçber ku beşeke mezin ji wan Kurd û Erebên Iraqê ne, li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê kom bûbûn û hewl didin bi qaçaxî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, lê ji ber ku rê bo nayê danîn, beşeke mezin ji wan li ser çend karwanan vegeriyane.

 

K24

Top