• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li ser vexwendineke fermî Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Li ser vexwendineke fermî Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike
Biryare îro Duşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Tirkiyê bike.

Li gor nûçeyeka kenala K24 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî diçe Tirkiyê û beşdarî merasîma sondxwarina Erdogan dike ku, biryare sibe êvarî li parlamentoya wî welatî birêve biçe.

Li gor zanyariyan navê Nêçîrvan Barzanî di rêzbendiya wan serokwezîrên ku, hatine vexwendin daku, beşdariyê di wê merasîmê de bike.

Hêjayî gotinê ye ku, ev yekem serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bo Tirkiyê ye.

Basnews
Top