• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Bexdayê tevlihevî.. Alîgirên Heşda Şeibî Dadgeha Federalî dorpêç kirine

Gulan Media December 27, 2021 Nûçe
Li Bexdayê tevlihevî.. Alîgirên Heşda Şeibî Dadgeha Federalî dorpêç kirine

li Bexdayê hat zanîn, Alîgirên Heşda Şeibî li pêş avahiya Dadgeha Federalî kom bûne û hewl derbasî nava dadgehê bibin.

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, pireya Komarî û pireya Elawî û riyên diçin Herêma Kesk ku Dadgeha Federalî lê ye, ji aliyê hêzênewlehiyê ve hatin girtin.

Peyamnêrê da zanîn, biryar e îro Dadgeha Federalî derbarê taneyên ku ji aliyê Serokê Desteya Heşda Şeibî Hadî Amirî ve hatin pêşkêşkirin ku daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinê kiriye, bicive.

Got jî: “Tê çaverêkirin ku Dadgeha Federalî tane û daxwazên Amirî red bike û di heman demê de encamên hilbijartinê pesend bike. Ji ber vê yekê alîgirên Heşda Şeibî li derdora Dadgeha Federalî kom bûne.”

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, ji bo parastin Dadgeha Federalî, hêzeke ewlehiya ya mezin li derdora Dadgehê  kom bûne.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê de, hejmareke mezin ji xelkê daketine ser kolanên Bexdayê û otomobîlên serbazî yên grûpên çekdaran jî di deriyên Bexdayê de kom bûne, ji bo fişarê li biryarên Dadgeha Federalî bikin.

 

K24

Top