• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezareta pêşmerge amarek belav kir

Gulan Media December 27, 2021 Nûçe
Wezareta pêşmerge amarek belav kir

di encama êrîşan de 356 kes canê xwe ji dest dane.
Derbarê êrîşên terorîstên DIŞIê deye.

Di wan demên dawî de li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, êrîş û kiriyarên terorîstên DIŞIê jiber boşatiya ewlekarî ya li deverê gelek zêde bûne.

Di vê derbarê de wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê belav kiriye ku kiriyar û êrîşên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê gelek zêde bûne.

Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge terorîstên DIŞIê di nava 11 mehên derbasbûyî de bi giştî 229 êrîşên terorîstî pêk anîne û di encama wan êrîşan de 356 kes şehîd bûne, 480 welatî jî birîndar bûne û 33 welatî jî ji aliyê terorîstan ve hatine revandin.

Ji aliyeke din ve di navbera artêşa Îraqê û wezareta pêşmerge de bo dagirtina boşatiya ewlekarî ya li wan deveran de, rêkeftin hatiye kirin û biryare li wan deveran çend lîwayên hevbeş werin bicîhkirin.

Top