• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Îlamê di encama teqîna mînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da

Gulan Media December 27, 2021 Nûçe
Li Îlamê di encama teqîna mînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya sînorî li bajarê Dêlurana parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama teqîna mînekê de, zarokekî canê xwe jidest da.

Berpirsê Polîsê Dêluranê Menuçêhr Mekî ragihand zarokê ku di encama teqîna mînê dejiyana xwe ji dest daye temenê wî 10 salî ye û ji bo çêrandina pez çûye wê navçeyê.

Li gorî zanyariyan zarokê 10 salî pêlî mînekî dike û perçeyeke wê li sînga wî dikeve û birîndar dibe. Zarokê birîndar bo nexweşxaneyê hat vegueshtin, lê ji ber graniya birînan canê xwe jidest da.

Her sal li navçeyê sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, şivan û cotkar û kasibkar ji ber teqîna mîn û paşmayên şerê Îran-Îraq dibin qurbanî.

Beriya 2 mehan di encama teqîna mînekê de ciwanekî 43 salî yê xelkê Mîran a parêzgeha Îlamê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî amarên fermî di dema 8 salên şerê Îran-Îraq ê de, zêdeyî yek mlyon û 700 hezar hektar zevî li parêzgeha Îlamê bi mînan hat çandin.

Top