• Wednesday, 25 February 2026
logo

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Urmiyê kir

Gulan Media December 27, 2021 Nûçe
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Urmiyê kir

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw roja Yekşemê 26ê Kanûnê bi serokatiya şandekê gihîşte bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan ve hate pêşwazîkirin.

Di civînekê de, Omêd Xoşnaw û Muitemidiyan pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de nirxnadin û têkez li ser pêşvebirina pêwdendiyên Urmiye û Hewlêrê kirin.

Ajansa Fermî ya hikûmeta Îranê belav kiriye ku Omêd Xoşnaw û Mihemed Sadiq Muitemidiyan tekezî li ser çareserkirina asteniyên li ber bazirganniya di navbera parêzgehên Urmiye û Hewlêrê de kirine.

Herwiha parêzgarên Hewlêr û Urmiyê hêvî xwestine ku hevbeşiya aborî û kultûrî di navbera herdu aliyan de zêdetir pêş bikeve.

 

 

Rudaw

 

Top