Êrîşî ser hevpeymanan hate kirin
di nava 24 seatan de ev sêyemîn êrîşe ku tê kirin.
Zirar ber tirimbîleke hevpeymaniya cîhanî ketiye.
Li gor çapemeniya Îraqê îro danê sibê li derdorê bajarê Dîwaniye ya Îraqê komên çekdar êrîşî ser karwaneke tirimbîlên hevpeymaniya cîhanî kirine.
Di encama êrîşa han de yaku bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye, zirarên canî çê nebûne lê zirarên madî ber tirimbîleke veguhastina pêdiviyên locistîkî yê hevpeymaniya cîhanî ketine.
Weke tê zanîn di nava 24 seatan de ev cara sêyeme ku êrîşî ser karwanên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê tê kirin.
