• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şeş aliyên nerazî: Hejmartina dengan bi vî awayê niha rewatîdan e bi saxtekariyê

Şeş aliyên nerazî: Hejmartina dengan bi vî awayê niha rewatîdan e bi saxtekariyê
Şeş aliyên nerzî yên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de sê daxwazî pêşkêşî komîsyona hilbijartinan a Iraqê kirin û ragihandin: “Proseya hejmartina destî ya dengan a hejmareke kêm a sindoqên dengdanê berovahiyê yasa û rênimayiyan e û dibe rewatîdan bi saxtekariyê.”



Di vê daxuyaniya hevbeş de, Goran, Hevpeymanî, Yekgirtû, Komel, Bizava Îslamî û Partiya Komonîst ragihandine, pêwîst e komîsyon yasaya parlamentoya Iraqê weke xwe û bêyî ti jêderketinekê cîbicî bike û tevahiya sinoqan bi dest bihêne hejmartin.



Her şeş aliyên nerazî yên Herêma Kurdistanê herwiha di sê xalan xwe têbîniyên xwe li ser proseya hejmartina dengan bi dest didin xuyakirin û dibêjin, “zêdebarî derketina yasaya hejmartina destî ya hemû dengan û pesendkirina wê ji aliyê dadgeha bilind a federalî ve, lê belê encûmena komîsyaran a pêkhatî ji dadweran, pabendî cîbicîkirina wê yasayê nebûn û biryar dan, ku tenê hejmareke kêm ji sindoqan werin hejmartin.”



Bi gotina wan aliyan, “di tevahiya qonaxên proseyê de, me gelek îtîraz û sikala û raport pêşkêşî desteya dadweriyê û dezgehên têkildar kirin, lê belê heta wê demê jî bersiva ti sikala û îtîrazeke me nehatiye dan.”



Di xala sêyem de jî her şeş aliyên nerazî dibêjin: “Komîsyona hilbijartinan hevkar nebûye di dana zanyariyên di derbarê çawaniya birêveçûna proseyê de, herwiha li gorî rêkarên komîsyonê û rêziknameya hejmar 13 a sala 2018, derfet nehatiye dan bi çavdêrîkirina hûr a proseyê ji aliyê nûnerê lîstên siyasî û tenê rê bi nûnerekê tê dan, ku ji dûr ve çavdêriya proseyê bike, ku di demekê de bi sedan karmend mijûlî proseya hejmartinê dibin.”



Di berdewamiya daxuyaniyê de, her şeş aliyên Goran, Hevpeymanî, Yekgirtû, Komel, Bizava Îslamî û Partiya Komonîst sê daxwazan arasteyê komîsyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan a Iraqê dikin û dibêjin:



“1- Komîsyon yasayê weke xwe û bêyî ti jêderketinekê cîbicî bike û tevahiya sindoqan bi destî werin hejmartin.

2- Pêwîst e komîsyon rê bide nûnerên aliyên siyasî ku ji nêzîk ve bi hûrî çavdêriya sindoqan bikin û hejmara wan nûneran jî werin zêdetirkirin. Herwiha daneberhevek di navbera pencemohr û barkoda formên dengdanê bihê kirin.

3- Pêwîst e komîsyon û desteya dadweriyê bersiva sikala û îtîrazên yasayî yên wan aliyan bide.”



Di dawiya daxuyaniya xwe de, her şeş aliyên nerazî yên Herêma Kurdistanê tekez dikin, berovajî wan pêngavan, “proseya hejmartina destî ya hejmareke kêm a sindoqên dengdanê, berovajiyê yasa û rûnimayiyan e û dibe rewatîdan bi proseya saxtekariyê.”

Rudaw
Top