• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Kirmaşanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Gulan Media December 26, 2021 Nûçe
Li   Kirmaşanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Li bajarê Kirmaşanê girtiyekî kurd bi tohmeta kuştina kesekî hat bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragehandiye, duhî danê sibê girtiyekî kurd bi navê Elîriza Muradî (28 salî) di nav girtîgehê de hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd ku xelkê bajarê Kirmaşanê bû, 6 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê îdamê hatibû mehkûmkirin.

 

 

Basnews

Top