Zêdetir ji 240 çekdar hatin kuştin
20 tirimbîlên leşkerî jî hatine jinav birin.
Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatine kuştin.
Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiye ya li dijî çekdarên Husî, ragihand ku hêzên wan karîne di nava 2 rojan de zêdetir ji 42 êrîş û operasiyon li dijî Husiyan lidar bixin.
Li gor daxuyaniya hevpeymaniya Erebî di encama wan operasiyon û êrîşan de yên ku li naverasta Yemenê de hatine pêkanîn herî kêm 243 çekdarên Husî hatine kuştin û 20 tirimbîlên leşkerî yên Husiyan jî hatine têkbirin.
Heta niha çekdarên Husî derbarê vê daxuyaniyê de ti daxuyanî nedane.
