• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezîrê Tenduristiyê: Ti haleteka Omîkronê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin

Gulan Media December 26, 2021 Nûçe
Wezîrê Tenduristiyê: Ti haleteka Omîkronê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê ragehand, heta niha ti haleteka vîrusa Omîkron li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Ev du sê roj in tê gotin ku vîrusa nû ya Koronayê ya bi navê Omîkron derbasî Herêma Kurdistanê bûye.

Li ser vê mijarê, wezîrê tenduristiyê dr. Saman Berzencî ragehand, heta niha ti haleteka Omîkron li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Dr. Saman Berzencî her wiha got, ew welatiyên me yên ku ji welatên Omîkron lê belav bûye, vedigerin wek gumanlêkirî tên dîtin û dikevin bin çavdêriyê.

Wezîrê tenduristiyê da zanîn jî, navendên vaksînê li ser lêdana vaksînê berdewam in û got, em xwe bo pêleka nû ya Koronayê amade dikin.

Bi gotina wezîrê tenduristiyê, ji destpêka sala 2022 dê lêdana vaksînê bo hemû karmendên hikûmetê bibe neçarî.

 

 

Basnews

Top