Tirkiye ji pêngavên Amerîkayê yên li Minbicê bi şik e
Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê û danîna nexşerêyekê ji bo bajarê Minbicê, liv û tevgera artêşa Tirkiyê ya li derdora navenda Minbicê zêdetir bûye û îro jî 10emîn xala çavdêriyê şande wê navçeyê.
Tevî ku hejmarekî zêde ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê derketin jî, Tirkiye bawer nake ku hêzên YPGê bi temamî derketibin û bi guman li pêngavên Amerîkayê dinêre.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşolgu, ragihand ku ligel Amerîkayê, rêkeftineke wan a eşkere û diyar, derbarê Nexşerêya Minbicê de heye, ku piştî Minbic, ew ê herin hinek deverên din ên bakurê Sûriyê.
4ê Hezîrana 2018an, rêkeftineke di navbera Amerîka û Tirkiyê de derbarê nexşerêya Minbicê pêk hat. Çavuşoglu careke gotiye ku armanc jê, bicihkirina ewlehî û aramiyê ye, li wê navçeyê.
Cavuşoglu di lêdwaneke xwe ya din de jî gotibû ku nexşeyêya Minbic dê li ser Reqa û Kobanî jî bê bicihkirin.
Wezirê Derve yê Tirkiyê ragihand ku piştî bidawîbûna erkê wan li Minbic, êdî ew dê berê xwe bidin navçeyên din ên sînorî, li bakurê Sûriyê.
Herwiha got ku derketina YPGê ji ser hêla pageriya dewriyeyên amerîkî-tirkî, nayê wê wateyê ku ew ji Minbic vekişiyane.
Li gorî hikûmeta Tirkiyê, plana karê hevbeş, di navbera Aemrîka û Tirkiyê de, dê li ser çend qonaxan têkeve kar, ji derketina YPGê destpê dike. Piştre serbaz û istixbaratên amerîkî û tirkî dê bi erkê çavdêriyê rabin. Piştî 45 rojan ji civîna 13ê Hezîranê, ku di navbera Çavûşoglu û hevtayê wî Mike Pompeo de, hate encamdan.
Qonaxa sêyem, di dema 60 rojan de, rêveberiyeke xwecihî tê damezrandin. Di wê çarçoveyê de, dê herdu encûmenên xwecihî û serbazî bi erkê dabînkirina xizmetguzariyê û ewlehiyê rabin.
Serokaerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku dewriyeya dehem a pageriyê li navçeya Minbic xiste kar. Behsa wê yekê jî kiriye ku dê ligel hevtayên xwe yên amerîkî dewriyeya heştem li ser hêla cudakar, di navbera herdu navçeyên Mertala Ferat û Minbic de, birêve biriye.
18ê Hezîrana 2018an Serokerkaniya Tirkiyê tevgera dewriyeyên tirkî û amerîkî li ser wê hêlê ragihand û yekem dewriye di wê rojê de xiste rê.
YPGê jî ragihandibû ku ew ji Tebaxa 2016an ve ji Minbic derketine û Minbic û gundê wê radestî Encûmena Leşkerî ya Minbic û Rêveberiya wê kiriye.
Hinek şirovekar û çavdêrên siyasî dibêjin ku metirsiya vê yekê li ser aramiya wan navçeyan heye, ku dibe rewşeke weke ya Efrînê dûbare bibe.
Rudaw
