DAIŞê êrîşî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê kir
Çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrîşî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê kirin û di encam de, hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gor ajansên xwecihî, roja Înê, çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrezorê êrîşî xalên serbazî yên milîsên Lîwaya el-Baqir ser bi hikûmeta Sûriyê kirine.
Di encam de, 2 çekdarên milîsên el-Baqir hatin kuştin û hejmarek çekdarên din jî birîndar bûn.
Li gor heman ajansan, ew êrîş di dema derbasbûna gereke serbazên Rûsî de pêk hatiye û serbazekî Rûsî jî di êrîşê de birîndar bûye.
