• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rûsya: Têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê berovajî dike

Gulan Media December 25, 2021 Nûçe
Rûsya: Têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê berovajî dike

Berdevka Wezareta deve ya Rûsyayê Maria Zakharova derbarê vekirina parkeke li Tirkiyê bi navê rêberê cudaxwaz ê Çeçen Cevher Dudayev “ruhê têkiliyên Rûsî-Tirkî û hevkariya dualî ya sûdmend berovajî dike.

Zakharova derbarê vekirina parkeke li Tirkiyê bi navê rêberê cudaxwaz ê Çeçen Cevher Dudayev “bi ruhê têkiliyên Rûsî-Tirkî û hevkariya dualî ya sûdmend berovajî dike. Em li bendê ne ku îşaretên me yên der barê nepejirandina gavên wiha yên ku baweriya dualî xera dike, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cidiyeta herî mezin were avêtin.”

Parka Cevher Dudayev a ku 9 meh berê ji aliyê Şaredariya Körfeza Kocaeliyê ya Tirkiyê ve dest bi înşaata wê hatibû kirin, berî demekê temam bû û hat vekirin.

Herwiha berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihand bi hezaran pisporên Amerîkî hatine Ukraynayê daku alîkariya artêşa Ukraynayê bikin û şêwirmendiyê ji wan re pêşkêş bikin.

Zakharova got ku ew bihêvîne hebûna wan şêwirmendan li wir di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi mebesta pêşxistina proseya aştiyê be.

Berdevka Wezareta Deve ya Rûsyayê Maria Zakharova wiha axivî "Niha nêzîkî 10 hezar kesên pispor li Ukraynayê ne. 4 hezar ji wan ji Amerîkayê ne. Wê baştir be eger rewş li wir ber bi başbûnê ve biçe. Kiryar û hebûna wan li ser zemînê xuya dike heta çendê mayîna wan giring e ji bo proseya aştiyê. Lê her tişt berovajî vê yekê ye."

Hikûmeta Ukraynayê Rûsyayê tohmetbar dike ku wê hejmareke zêde ya leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê belav kiriye û dixwaze careke din piştevaniya cûdaxazên Ukraynî bike û Ukraynayê dagîr bike. Lê Rûsya van tohmetan red dike û hikûmeta Ukraynayê tohmetbar dike ku ew hewl dide dest deyne ser beşê rojhilatê Ukraynayê ku di destê cêdaxwazên ser bi Rûsyayê de ye.

2014an Rûsya alîkariya cûdaxwazên Ukraynayê kiribû û dest danîbû ser beşê rojhilatê wî welatî, li gel  nîvgirava Kirimê ya li başûrê Ukraynayê.

 

Rudaw

Top